8 Şubat 2019 Cuma

Çîroka Şeva Qenter

Zilamek ji bajarê Qersê 

Ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter.
Tê gotin li gundekî bi navê Qenter zilamek hebû. Qenter bazirgan bû, debara xwe bi bazirganîyê dikir û mêrê 2 jina bû. Jinên xwe jî yek xerîb bû, ya din jî dotmama wî bû. Gava çilê zivistanê dest pê dike Qenter bi kera xwe derdikeve bazirganîyê, bi xwe re jî 40 heb mewij dibe ku her roja çilê zivistanê mewijekê bixwe,xwe pê ji rojên çilê zivistanê  biparêze. Qenter her roj mewijek xwar lê roja 39an mewijên xwe xilas dibin. Qenter fehm dike ku 2 heb mewijê wî bi hev ve zeliqîne wî jî bêhay herdu bi hev re xwarine.
Qenter wê şevê li kera xwe siwar dibe ku xwe bigihîne mala xwe lê ba bahoz baran û berfê wî li rê nade, wî li rê digire. Qenter bi neçarî zikê kera xwe diqelêşe ûrê kerê vala dike xwe di zikê kerê de sitare dike. Wê şevê dunya 7 cara dibe berf pûk û ba bahoz û baran, 7 cara jî ezman dibe sayî.
Jina Qenter ya xerîb li mala xwe diçerpîne xewê. Ma xema xelkê ye ku Qenter mirîye?!
Lê jina xwe ya dotmam wê şevê xew nakeve çavan, her di qeyta mêrê xwe Qenter de ye. 
Qenter roja din bi silametî tê mal, dixwaze ji jinên xwe bipirse ka şeva wan a dawî çawa bû?
Ewil ji jina xwe ya xerîb dipirse: keçê îşev şev çawa derbas bû?
Jina xerîb dibêje: wekî herşev derbas bû. Ez ji xew rabûm ku dunya şilî ye qey baran barîye...
Qenter îcar ji dotmama xwe dipirse: keçê ka tu bêje îşev şev çawa derbas bû?
Dotmama xwe dibêje: Îşev dunya 7 cara bû berf pûk ba û bahoz û baran, û 7 cara jî dunya bû sayî. 
Qenter dibêje eferim dotmam eferim! eniya jina xwe ya dotmam radimûse û jina xerîb jî diqewtîne berdide(boşamiş dike😆).
 Loma ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter...

11 Ocak 2019 Cuma

Hezretê Yeqûb (Îsraîl)



Terah bavê Hezretê Îbrahîm bû. Hezretê Îbrahîm bavê Îshaq bû. Îshaq jî bavê hezretê Yeqûb bû. Hezretê Îbrahîm (îbrahîm; bavê gelan) ji Riha Herranê barkir çû welatê Kenanê.
Jina Hezretê Îbrahîm Sarah korûcax bû zarokên xwe çênedibûn. Sarah Îbrahîm bi cariya xwe ya Hacer re zewicand ji Hacerê hezretê Îsmaîl çêbû. Elçîyên Xwedê bûn mêvanê hz îbrahîm gotin em ji  Sarah mizgînîya kurekî bi navê Îshaq didin te.
Hezretê Îbrahîm keniya got Sarah 90 sal dîtîye û korûcaxe. Sarah jî li paş kon kenîya got mêrê min extiyare ez jî pîrim, ma wê çawa çêbibe... 
Piştî salekê kurekî hz. Îbrahîm ji Sarah çêbû,
navê wî Îshaq (kenîn) lêkirin.Îshaq 40 salê xwe dît divê bizewicîya.Îbrahîm êdî extiyar bûbû, bang li xûlamê xwe kir got: Tuyê ji Îshaq re keçê Kenanîyan  nexwazî, here welatê min Herranê ji merivên min bûkekê bîne.
Xûlam hat Herranê, Rebeka keça lawê Nahor birayê hz. Îbrahîm xwest ji Îshaq re anî. 
Hz. Îbrahîm 175 sal jîya çû rehmetê.
Rebeka jî korûcax bû li ber Xwedê geriya. Piştre ducanî bû. Di zik de cêwî hebû lê hêj di zikê dê de gumeguma wan bû şer dikirin. Rebeka li ber Xwedê geriya got Rebbî ev ê di zikê min de çiye?
Mizgînî jê re hat  got: di zikê te de tu milet hene, yek ji yê din xurttire, yê mezin wê xizmeta yê biçûk bike.
2 lawê Îshaq û Rebeka çêdibin. Yê ewil hatî sor û bipirçe. Piştre yê biçûk tê ku bi gûska yê mezin girtîye. Navê yê ewil hatî Esav (bipirç) lêdikin. Navê yê dawî hatî jî Yeqûb (gûsk girtî/hîlekar) lêdikin.
Esav dibe seydvan, Yeqûb jî her di kon de rûdine. Îshaq pirtir ji Esav hezdike lê Rebeka pirtir ji Yeqûb hezdike.
Rojekê Esav destvala ji seyd tê, Yeqûb şorbe çêkiribû. Esav got: hinek şorbe bide min ez ji hal de ketim.
Yeqûb got: heqê nuxurîtîyê bide min ezê bidim
Esav got: tu dibînî ez şerpeze bûme ezê nuxurîtîyê çibikim? ha bila ya te be!
Yeqûb bi vî awayî heqê nuxurîtîyê ji Esav distîne.
Îshak êdî kor û extîyar bûbû. Got: Esav ez êdî extîyarim ne belî ye kengî bimirim. Tîr û kevana xwe hilde here seyd ji min re goşt bîne bike xwarin ez bixwim ku ez te pîroz bikim destê xwe bidim te/te bikim wekîlê xwe.
Esav ji kon derket Rebeka bang li Yeqûb kir got: here nava pêz kahrekê bîne serjê bike ku ez bikim xwarin tu bide bavê xwe bavê te jixwe kore bila te pîroz bike destê xwe bide te.
Yekûb got: lê ku bavê min destê xwe bi min bike wê fehm bike, Esav tev pirçe??
Rebeka got: ezê postê kahrê li te bipêçim, cilên Esav li te bikim tu rabe!
Yeqûb çû bi gotina diya xwe kir xwarin da bavê xwe, got: bavo ka min pîroz bike
Îshaq got: Esav tu çawa ewqas zû hatî?? Tu Yeqûbî ka were cem min. 
Îshaq bawer nekir lê gava Yeqûb bêhn kir destê Yeqûb jî girt ku tev pirçe got: deng dengê Yeqûb e lê dest bêhn ya Esav e.
Pîtoz kir got: Reb ji xusîya ezmên û ji erdê jî zevîyên bi bereket bide te. Têretêr genim û şerab bide te. Gel bila ji te re xûlamtîyê bikin. Tu serdestê birayên xwe bî...
Dû re Esav hat bi goştê seyd xwarin çêkir bir ji îshaq re, got: bavo ka bixwe ku tu min pîroz bikî.
Îshaq got: tu kî yî?
Got: ez Esav
Îshaq qeherî cirifî got: xuya ye  berî te Yeqûb hat ez xapandim min jî ew pîroz kir...
Esav girîya got: ma ne navê xwe Yeqûb(hîlekar)e...
Rebeka fehm kir ku piştî mirina Îshaq wê Esav Yeqûb bikuje, ji Îshaq re got: Yeqûb 40 sal dîtîye divê bizewice. Ez ji jinên Kenanîyan ecizim bila Yeqûb ji van nezewice.
Îshaq bang li Yaqûb kir got: tuyê bi keçên Kenanîyan re nezewicî! Here welatê bavê min Îbrahîm li Herranê mala kalikê xwe ji eslê me bizewice..
Yeqûb tê Herranê mala Xalê xwe,  şivantîyê ji xalê xwe re dike.
Xal dibêje: Yeqûb ma tuyê belaş ji min re şivantiyê bikî? Ka heqê xwe bixwaze.
2 keçê xalê hene Yeqûb ji ya biçûk hezdikir
Yeqûb dibêje: ezê 7 sala ji te re xulamtîyê bikim, piştî 7 sala tuyê keça xwe ya biçûk bidî min.
Xal qebûl dike, Yeqûb 7 sala xûlamtîyê dike xal ji Yeqûb re dawetê çêdike keça mezin dixemilîne dide Yeqûb. 
Yeqûb sibê şiyar dibe ku xalê dêvla keça biçûk ya mezin daye. 
Diçe dibêje: xalo min keça biçûk xwest te çima ez xapandim?!
Xal dibêje: e welleh li cem me edete, heya keça mezin hebe em ya biçûk nadin. Ezê ya biçûk jî bidim te lê tuyê 7 salê din ji min re xûlamtîyê bikî.
Xal keça biçûk jî dide, Yeqûb 7 salê din şivantîyê dike, piştî 7 salê din dixwaze ji xalê xwe veqete.
Ew û xalê xwe peymanê datînin heya salekê veqetin,Yeqûp dibêje: bila mîhên spî yê te bin mîhên reş belek jî yê min. Sala tê berx û mîhên spî gişkî yê te ne, berx û mîhên reş belek jî yê min. Bi vî awayî kîjan  heqê kêye belî jî dibe, tuyê bawer bikî ku min malê te nedizîye.
Xal qebûl dike. Yeqûb pezê reş belek veqetand da lawên xwe, bi xwe jî çû çû ber pezê spî yê xalê xwe. Lê wexta zo bûna pêz Yeqûp ji dara behîv çinar û asalbendê şax/til jêkir avêt nava delavê. Pezê spî ku li hember şaxan zo dibûn ji wan berxên reş belek çêdibûn û li gorî peymanê pezê reş belek heqê Yeqûb bû..
Lawên xalê bihêrs bûn ku Yeqûb çawa ewqas dewlemend bû? Yeqûb got: bavê we bi min kenîya lê Xwedê alî min kir. Ku bavê we got 'bila pezê reş belek yê te be' pêz hemî berxên reş belek anî. Xwedê pezê bavê we jê stand da min. Ezê heqê xwe pezê reş belek bigirim herim!
Bi vê los(hîle)ê kerîyê Yeqûb pir bû.
Yeqûb jin û zarokên xwe û pez deve û kerên xwe bar kir berê xwe da welatê Kenanê. 
Berêvarê zarok jin û pez û barê xwe ji çemê Yabbûkê derbas kir ew tenê ma. Mirovek  li Yeqûb xuya bû heta şeveqê gulaş girtin lê nikaribû Yeqûb biavêta erdê li hêta Yeqûb xist sêvik ji cih derxist.
Mirov got: min berde şeveqê lêxist
Yeqûb got: heta tu min pîroz nekî te bernadim.
Mirov got: navê te çi ye?
Yeqûb got: navê min Yeqûb e!
Mirov got: êdî navê te Îsraîl e (yê bi Xwedê re pêlewanî kir). Wê ji te re nebêjin Yeqûb, wê bibêjin Îsraîl...
Heta îro jî Îsraîlî betanê(sinir) li ser hêtê naxwin.

Ji Tewratê ji beşa Xuliqandinê hat girtin.

24 Kasım 2018 Cumartesi

Eşqên Li Ser Înternetê

Şener Şen ji fîlma Eşkiya. (Riha gundê ŞêxBrîmê 1996) 
Biqasê 6 sal berî vê dema ez diketim feysbûkê min xwe bi xwe digot ez çi boş boş sekinî me? ez eşqekê çêbikim! Min  hevaltî ji keçikan re dişand, belê profîl ya keçikan bû lê dibe ku xwedîyê hesabê lawik bû jî pir nizanim. Belê berê feysbûka min jî hebû. Lê ez jî têra xwe şeytanbûm, kîjanê hevaltî qebûl nedikir min dizanibû ku ew keçika rastîne û min ji wan re peyam dişand min digot: silam alêykim!
Wan jî hema rasterast asteng li binî guhê min dixist! Mirov hema dibêje alêykim silam piştre asteng dike! Misilmantî nemaye elawekîl! Rojekê dîsa ez li ser feysbûkê me ji xwe re keçekê digerime. Ewçax qapax fotoya min jî wêneya şener şen ya li jor bû. Min yeka Sêwazî sergirtî fûlmeqyaj dît min got aha ev dîlber tam li gorî min e! Min hema jê re hevaltî şand lê qebûl nekir. Min îcar negot silam alêkim û min dîsa hevaltî şand. Keçikê peyam şand got te xêre?
Min got wellehî ez dixwazim em bibin heval.
Qey keçikê qapax fotoya min dît fêm kir ku ez kurdim
Got ez û tu em nabin, mêzebike ez tirkim tu kurd î ez jî bi kurdekî re nazewicim û li gorî ola îslamê zewaca kesên ne ji hevmezhebê ne caîze!
Min got xûşka min ya baş tu astengê li binî guhê min bixe bila here!
Keçikê jî negot gunehe filan bêvan birastî asteng li binî guhê min xist.
Min jî jê re danexist ha! Ez jî birastî çûm! 
...... Dîsa li ser feysbûkê me û min ji keçeke pp kûlîlk re hevaltî şand lê qebûl nekir. Min dîsa şand îcar qebûl kir. Ez ketim profîla wê xelkê Semsûnê bû û wêneya xwe filan jî tune bû. Min jê re negot silam elêykim jî, çimkî ku bibêjim silam alêykim îhtimaleke mezin wê min asteng bike. Berê pir kirin çimkî.
Çend rojên din bi şûnde peyam şand got silav çawa yî?
Min got başim tu çawa yî?
Got bersiv bide
Min got başim spas tu çawa yî
Got tu çima bersiv nadî?
Min dît keçik fêm nake min jê re hevdîtina kamerayê şand, qebûl kir ku bavooo! Keçik qirbûnekê qir e ku çavekî xwe li Mekke mukerremê, çavê din li Vatîkana papa mêzedike!
Min hema kapaxa leptopê girt fîş kaşkir û tê bîra min ez heta mizgefta gund jî revîyam!
...Ez ji qomaya tirsê derketim û dîsa ketim feysbûke ji xwe re li keçekê geriyam. Min îcar keçeka Mereş Avşînî dît jê re hevaltî şand axir qebûl kir. Hêdî hêdî hevaltîyeke me çêbû hevaltîya me di salekê de bû eşqeke biçûk.
Navê keçikê Eyşo bû keçik jî dîsa tirk bû. 
Nimreya xwe nedida min bi nimreya veşartî li min digerîya. Dema têlefon lêdiket ku min 'nimreya taybet'  didît min digot aha Eyşo li min digere!
Min li ser feysbûkê hêdî hêdî Eyşo asîmîle jî dikir fêrî kurdî dibû, nivîsên min meraq dikir min jê re werdigerand tirkî.
Hefteyekê deng jê derneket min got ez bikevim profîla vê ka çi dike?
Ha min dît ku ez ji hevaltîyê derxistime. Min peyam şand min got te xêre te ez ji hevaltîyê avêtime? Ma min çi kir??
Got xelas!
Min got çibû?
Got êdî xelllaaas!
Min got tuyê îlleh bibêjî
Got hûn kurd çawa miletin!
Min got êşte em jî qûlên xwedê ne
Got hûn ne însanin!!
Nabê ku birayê Eyşo astsibaye û pêşmergeyan birayê wê birîndar kirine, hefteyeke ku di nexweşxaneyê de ye û dê bimir.
Neyse.
Min go te xêre ley??!!
Got we birayê min ê astsibay birîndar kir dê bimir!!
Min got ma sûcê min çiye?
Got te negot min reya xwe da HDPê?!!
Min got erê de çi eleqe yanê ma min birayê te qulik qulikî kir? Ez bextereşê xwedê li gund wekî hezretê adem bi tena serê xwe dijîm :(
Got xellaaaasss xellasss!!!!!
Min hêj dinivîsand 'şehîfler ülmez watan bülünmez' lê dîtina ku min dît astengek bêfren ber bi min ve têye! Eyşo jî asteng li binî guhê min xist û êdî min dev ji eşqên înternetê berda.
Ger armanceke we ya wiha heye dev jê berdin. Ku hûn dê bi şopa eşqên li ser înternetê bikevin, herin li Qerejdaxa Sêwregê kevirekî reş bînin ji kêvir hezbikin elawekîl ji eşqên li ser înternetê baştire.

Xelllaaaasss xelllaass!!!

7 Kasım 2018 Çarşamba

Evîna Hezreta Meryem û Yûsivê Necar

Mesîh Îsa kurê hezretê Meryem bû. Hezretê Meryem jî keça Îmran bû. Dema hezretê Zekerîya ji Meryemê re mabedek lêkir Meryem derbasî mabedê bû. Di mabeda Meryemê de havînê fêkîyên zivistanî, zivistanê jî fêkîyên havînî hebûn. Di Qur'ana pîroz sûreya Alî Îmran (37)de dibêje: hezretê Zekerîya her ku dihat odeya Meryemê didît ku cefnîya Meryemê tijî xwarin e. Zekerîya dipirsî: Meryem te xwarin ji kuderê anîn?
Meryemê digot: Xwedê teala şand!
(bawerim ev nivîs dê pir dirêj bibe)
Heta niha bi 100an bi 1000an nivîskarî evîna Leyla û Mecnûn, Tahar û Zuhre, Yûsif û Zuleyxa, û evîna Sîyabend û Xecê nivîsandîye. Lê ti kesî behsa evîna ew rebenên hezretê Meryem û necar Yûsiv nekir.
Ezê îcar ji we re bi deng û tembûra xwe behsa evîna hezretê Meryem û necar Yûsif bikim...
Li dewleta Îsraîlê li bajarê Nasirayê (ku hêj jî dibêjin Bajarê Necar Yûsif) bi navê Yûsiv xortekî pak, por birû reş û simbêlbadayî hebû. Yûsiv ji xwe re dikanek vekiribû necarî dikir. Text û tîrê nan, bêşîg û mobîlye çêdikir pê debara xwe dikir. 
De îcar Meryem jî keçeke kezîzer karxezal bejnzirav bû . Eşqa Meryemê li serê Necar Yûsiv xistibû nizanibû çi bike. Yûsiv li tevşoyê xwe bêhtir Meryem difikirî. Her roj dema Meryemê satila bêriyê di dest de pêş dikana Yûsiv re diçû bêriyê, Yûsiv li bêjn û bala Meryemê mêzedikir heş aqil li serî diçû tevşo li pêçiya xwe dixist kumikê pêçiya xwe difirand, a xwînê digot a ji te re!!
Rojekê dîsa Meryemê satila bêriyê hildaye, berxên virnî daye pêş xwe diçe bêriyê. Dema digihê dikana necar Yûsiv, qedera Rebbil alemîn berxek dide lotikan û dikeve dikana necar Yûsiv. Meryem satila bêriyê di destan de tê dikanê ku berxê bibe. 
Yûsiv dîsa tevşo li pêçiya xwe dixe kumikê pêçiyê difirine, axir dibêje: lê lê Meryemê! Ellahwekîl dilê min liyane!
Meryem dibêje: xêre necar Yûsiv çi bi te hatiye?
Yûsiv dibêje: dilê min li te heye. Navnîşana mala bavê te çi ye?
Meryemê hîn dê bersiv bida lê mixabin berxên virnî direvin fêzê ku şîr bimijin.
Yûsiv û Meryem li ser feysbûkê dibin heval. Bi dilekî geş peyam li ser peyamê, axir Yûsiv hêjmara telefona Meryemê jî jê distîne û Yûsiv wêneya tevşoyê xwe ji Meryemê re dişîne. Meryem jî wêneya satila xwe ya bêriyê dişîne.
Di rojên bextewar de dîsa Meryem satila bêriyê di dest de diçe bêriyê, Yûsivê necar dîsa tevşo li pêçiya xwe dixe îcar kumikê pêçiya girikê difirine.  Meryem li pêş dukanê disekine dibêje: Yûsivê necar! Pismamê min min dixwaze bila te hay jê hebe!...  û Meryem diçe bêriyê.
Yûsiv difikire gelo Meryem? Pismam? Ev ne edeta me ye ku pismam dotmama xwe bixwaze. Gelo malbata Meryemê Kurd e?? 
Êvarê necar Yûsiv diçe mal li ser şîvê kevçiya xwe di orta gêrmiyê de diçikîne û dibêje bavooo min ji xwe re keçek dîtiye. Tu min nazewicînî?
Bav dibêje: îsal kîloyê fistiqan bi 16 paontî diçe. Ku em desteklemeya pembo jî bistînin belê belê, here ji dêya xwe re bêje bila hespê bixemilîne. Tu jî erebeyê bişo! Em îşev diçin xwazgîniyê!
Necar Yûsiv xwe dixemilîne simbêlên xwe mewij dike badide tevşoyê xwe jî di ber kemera xwe re dike û diçin xwazginiyê.
Meryem qehweyê tîne qehweya vedixwin dêya Meryemê ew devxwara ku dibê Hanna dibêje: pismamê Meryemê gotiye eger hûn dotmama min bidin kesekî din ezê xwe ji ser qatê 5an biavêjim xwarê...
Yûsiv nikare xwe bigire dibêje: meta Hanna ma hûn Kurdin? 
Dêya Meryemê Hanna dibêje: dêya pîrika min kurd bû.
Zekerîya tew deng nake qey tu dibê ka jinan  li ba şêx û meleyan nivîşt jê re nivîsandine!
Bavê Yûsiv dest pê kir got: bi emirê xwedê bi qewlê pêxember em Meryemê ji Yûsiv re dixwazin
Dêya Meryemê devê xwar dike û dibêje: em keça xwe nadin gund! Eger Yûsiv here bajêr em ê bidin.
Ji ber ku Yûsiv ji xwe necare bavê xwe bihêrs dibe û yek ji wî yek ji wê li hev sor dibin. Ewil bi destelepê piştre bi ço û keviran li hev dixin! Şer geş dibe û derdikevin kolanê kevirên kolanê li hev wer dikin! Eşîrên herdu malbatan dibihîzin û keleşan ji nava nivînan derdixin tên. Gum û pat! Gum û pat! Reqereq bi keleşan dikeve! Gule li ser bajarê Nasirayê diçûrisin, xwîn diherike! 
Qomunîstê taxê diçe qereqolê gilî dike heta qereqol tê navçê dike êdî herdu eşîr hal ji hevûdu xerab dikin...
Encam:
Ji eşîra bavê Meryemê 134 rehmetî, 24 birîndar
Ji eşîra bavê necar Yûsiv 144 rehmetê 32 birîndar
538 zarokên sêwî, 290 jinê jinebî
Tewşoyeke şikestî, satileke pelixî...

not: ez ewil xweş hatim lê bawerim min hebekî merseleya xwezgînîya xwe û êvîna hezretê Meryem û necar Yûsif  tevlîhev kir...

20 Ekim 2018 Cumartesi

Ker ya Kawîyan sîpe ya Mersawan

Li gundên roavayê bajarê Rihayê, li qibleyê Hewagê eşîrek heye ku jê re dibêjin Mersaw. Eşîra Mersawan ewil bi kerên xwe pişt re jî bi şîreyên xwe navdarin. Ji keran pir hezdikin û kerên rind xwedî dikin. Li gorî vê taybetiyê jî meselokên Mersawîyan her li ser kerane. 
Tê gotin dema erebe dolmiş tunebûn, Mersawîyan çawa roya sibehê hildida mast tirî hêjîr li kerên xwe bar dikirin dihatin navenda Rihayê difirotin û esrê vedigerîn. Lê pirsgirêkeke xwezayî hebû, gundên Mersawîyan li rojavayê Bajarê Rihayê bûn û dema Mersawî diketin rêya bajêr royê li çavên wan dixist heta bajêr. Dema esrê vedigeriyan gundê xwe dîsa royê li çavên wan dixist heta gund. Jiber vê pirsgirêkê Mersawî tevlî kerên xwe diçin cem Kadi dibêjin Kadi beg em sibeh tên bajêr ro dide çavên me. Em esrê vedigerin gundên xwe dîsa ro dide çavên me. Em çi bikin?
Kadi difikire difikire dibêje: Hûn jî êdî dema esrê li kerên xwe siwar bibin werin bajêr û sibehê jî vegerin gundên xwe wê ro her li paş we bimîne...
Mersawî heq didin Kadi, êdî dema esrê tên bajêr esrê jî vedigerin gundên xwe. 
Li ser vê merseleyê ewqas sal çû erebe dolmiş dolmişên gundan û berçavkên royê derketin lê hin Mersawî hêj jî êvarê diçin bajêr sibeh  jî vedigerin gundên xwe. Çimkî Kadi hezretlerî wisa aqil daye wan. 

Divê ez vê jî binivîsînim: Mersawî jiber ku ewçax otel tunebûn jibo razanê diçin xanê. Xanvan dibêje: heqê kerekê 5 pere, heqê mirovekî jî 10 pere.
Mersawî difikirin ku 10 pere biha têye, dibêjin: 10 pere pire, tu me jî ji keran bihesibîn...

Rojek ji rojan ji Semsûrê Kawîyek titûna xwe li kera xwe bar dike tê alîyê Rihayê ku bifiroşe. Gund bi gund li ser titûnkêşan digere gava tê nava Mersawîyan êdî titûna xwe xelas dike û ba û baran û bahoz dest pê dike dibe enter. Kawî dibêje: birayê Mersawî tu min nasdikî ez jî te nasdikim, bila kera min li cem te be ê avise, ez dê vegerim Semsûrê ezê biharî werim kera xwe û sîpe bibim. Temam? Temam. (kerên Kawîyan jî bicisnin)
Kawî diçe, nêzî biharê kera xwe dizê sîpeyeke nêr tîne, Mersawî çav berdide sîpê . Piştî mehek çil roj Kawî tê dibêje ka kera min ez dê bibim ku titûnê bifiroşim.
Mersawî dibêje ez sîpeyê nadim ma ku te ker da min sîpeya xwe hebû?!
Tuyê bidî! Ez nadim! Tuyê bidî! Ez nadim! Li ser sîpe li hev sor dibin. Gundî lê kom dibin Mele Şêx Keya gişkî tên dîsa nabe. Kawî û Mersawî diçin cem qeymeqêm, qeymeqam mêzedike êşte Mersawîye û pirsgirêk jî kere, dimire û nade! Qeymeqam dibêje: Ker ya Kawîyan sîpe ya Mersawîyan... Qeymeqam bi neçarî pirsgirêkê wiha çareser dike.

(Dema 2 kes li ser parkirinekê an jî bazarekê li hev nakin em dibêjin Ker ya Kawîyan sîpe ya Mersawan)

Berê Mersawî ji bajêr an jî ji Hewagê vedigeriyan ku digihiştin diyarê gund, ku kerên Mersawan gund didît dest bi zirînê dikirin. Dema zarokan zirînîya kerê dibihîst digotin dayê dayê bavo hat!!
Li ser vê merselê hêj jî ku kesek diçe cem Mersawan mêvandarîyê ku ker jî dizire, mêvan biqestî ji Mersawî re dibêje: hele mêzebike ka bavê te çi dibêje...
Xelas...

21 Temmuz 2018 Cumartesi

Hezretê Silêman û Qertel




Rebbê aleman got: Silêman tu bixwaze ez ê hukumdariya dunyayê bidim te!
Hezretê Silêman got: Rebbê min tu efûkarî, min bibexşîne. Tu ilmeke ku heta niha te nedayî ti qulê xwe bide min.
Û Rebb ilma dunyayê da hezretê Silêman.
Silêman bi vê ilmê hukima cinan kir, cinan ji binî behrê jê re xezîne derdixistin û mabeda Silêman lêkirin.
 Silêman hukima bayê badîn kir, badîn xwe li dijminan werda.
Silêman bi vê ilmê zimanê ajalan fêr bû û hukima ajalan jî kir ji ajalan artêş çêkir.
Heta ji artêşa hezretê Silêman leşkerek hebû ku em Kurd jê re dibêjin "Silêmanê Dunikil"
Hezretê Silêman pêxember bû, û bi ilma dunyayê ku Rebbê aleman bexşandê hukima cin û teyr û tilûriyan kir û heta bû mîrê dewleta Îsraîlê jî.  Rojêk ji rojan Silêman bang li teyr û tilûriyên dunyayê kir da ku fêmbike ka ehlaqê mirovan berê çawa bû, çawa dibe û wê çawa here. Teyr û tilûrî lê kom bûn Silêman temenê teyr û tilûriyan jê pirsî 50, 70, 80, 90,100...
Got: ji we extiyartir teyr heye?
Qertel got: li kelaya Heyberê qertelek heye ji me gişan extiyartir e.
Silêman got: here bêje bila were.
Qertel hat got: temenê min 400 sale.
Silêman pirsî: 400 sale tu dijî te ji gelê dunyayê çi fêmkir?
Qertel got: dema ez ciwan bûm ez bi firê ketim gelek bilind bûm, min li ser behrê li ezmên hêlan da dunya li ber çavê min bi qasê hêkekê bû. Li ser behra spî min dît tiştek diçirise, min xwe berda jêr. Ez hatim ku qesreke kevirek tev zêre ê din zîve. Ez li ser qesrê veniştim kalek derket çav li min kir hêştirek serjê kir da ber min, min ji xwe re xwar ez vegeriyam hatim. Piştî 200 salî ez dîsa çûm li ser qesrê veniştim. Kal çûbû rehmetê. Kure xwe derket çav li min kir kahrikek serjê kir da ber min. Min kahrik xwar ez vegeriyam hatim. Piştî 100 salî ez dîsa çûm wê qesrê lê kurê kalê jî miribû neviyê kalê derket çawa çavê nevî li min ket destê xwe avêt tîr û kevanê ku min bikuje ez ji wir firiyam min canê xwe xelas kir. Ya Silêman tiştê ku min ji gelê dunyayê fêmkir ev e...
Silêmanê Dunikil

Temam çîrok xelas! Îcar dora şîretan! Wekî we jî xwend; ewil li ber dilê mirovan hêştir bêqîmet bûye. Piştre hêştir biqîmet bûne lê kahrik bêqîmet bûye. Piştre kahrik jî biqîmet bûye.
Erê mijara me dîsa mal û milkê dunyayê ye!
Divê mirov tevgerên xwe li gorî xelkê eyar bike(kurdên ewropayê ne têde). Ku xelkê çi kir ew jî bike. 
"Çima? Gelo nabe ku xelk gişkî dîn be?"
Ew behsa ewropayê ye! Xelkê ewropayê 11 meh dixebite mehekê jî wî pereyî xwe li welatekî biyanî digere, dibîne,dixwe, tê mala xwe cîran jê re dibêjin eferim! Lê evder rojhilata navîne. Mirovên li vir ji bo ku dewlemend bibin heta mirinê dixebitin nagerin naxwin venaxwin mal û milk dikirin û heyalesseleh dimirin diçin rehmetê emr xelas. Ji dunyayê çi fêm kir? Qet!
 Û tew li gorî xelkê rojhilata navîn ger kesek 11 meh bixebite û mehekê jî li derve pereyê 11 mehan bixwe, ellahwekîl ji wî ehmeqtir hêj nehatine dunyayê.
Li rojhilata navîn pirraniya  gel ku çi bike her tim zana tê qebûl kirin û kêmaniya gel eger herin fezayê jî her tim bêheşin kerin korefehmin û totik tune kêf dikine!
Loma ku xelkê çi kir tu jî bike.
Li ber dilê xelkê ku hêştir  bêqîmete bila li ber dilê te jî bêqîmet be serjê bike bixwe belav bike.
Li ber dilê xelkê ku hêştir  biqîmet bû bila li ber dilê  te jî biqîmet bibe.
Li ber dilê xelkê ku kahrik bêqîmet bû bila li ber dilê  te jî bêqîmet be.
Lêbelê! Li ber dilê xelkê kahrik  biqîmet bû, te dît ji bo kahrikekê şer kirin, tu jî ji bo kahrika xwe 40 sal hepis razê!
We dît ku xelkê li qeracê kêvroşk û tirliyan tilmek erd kirî, tu jî bifîştiq bikire!
Xortno! eger cîranê we keçeke xweşik biaqil û zana xwest, hûn jî hema herin xuşka wê bixwazin.
Keçno! We dît cîranê we dane mêr, zava biaqil qeşeng û dewlemende; şeva hineyê  birayê zava ji xwe re eyar bikin! Wesselam slav û rêz.
Hezretê Silêman dema cinan mabed lêdikir li ser pêyan ruh jê derket çû rehmetê. Kesî hay jê tune bû ku miriye, heta kurm gopalê wî xwar gopal şikest, hezretê Silêman ket xwarê.

Bingeha çîrokê ji pirtûka Mîr Celadet Bedirxan - Şîretbêj;
Ji derheqa hezretê Silêman jî ji Qur'ana pîroz hate  girtin. 

25 Haziran 2018 Pazartesi

Merseleya Kûçikê Bekiran


Apê Osman Sebrî 1905-1993
Rehma Xwedê lê be serok rêberê eşîra Mirdêsan û gelê Berferatiyan rehmetî Apê Osman Sebrî bi mînaka meseloka kûçikê Bekîran ji me re bi helbestî behsa kurdên tirşikhez nandoz û axayên xwefiroş (jiber hilbijartinê zahf tijî me) dike. Li her bajarê Kurdan wiha ye nizanim lê dema li Rihayê partiyek biserdikeve malbatên tirşikhez ê wekî kûçikê Bekiran gişkî tevlî wê partiyê dibin. Dema ew partî bibindikeve partiyeke din biserdikeve îcar jî ew malbat/eşîrên tirşikçî dev ji partiya bibinketî berdidin tevlî partiya biserketî dibin.Min heta niha nedît malbat axa an jî eşîrên tirçikhez tevlî partiyeke bibinketî mane. Ez ji we re meseloka tirşikçiyê Bekiran?? wîîîî min çi got? Meseloka "Kûçikê Bekiran" bibêjim... Semsûrê li navçeya Kolikê(Gexte) li ber ferêt çend gund hene.Li rojavayê ferêt gundên Bekiran e, li hemberî gundên Bekiran jî li rojhilatê ferêt gundên Awikan hene. Kûçikê Bekiran ê çixbelek elimîye xwarin û hestiyên dawetan bixwe, êdî ji hunera pozê xwe zêdetir, bi bihîstina guh pêş ketiye.Payîzê her roja dawetê ku dahol dengdide, kûçîkê Bekiran dibeze, ku ferat çiqas bipêl û dîn be jî xwe li ferêt diqelibîne tê dawetê zikê xwe bi hestî û xwarina dawetê têr dike.Zik têr çav birçî, kûçikê çixbelek eynî bûye tirşikçî. Îcar ev kûçikê bekiran çend kûçîkên din jî bi şopa xwe xistiye, ku ji gundê Awikan dengê daholê dibihîzin xwe li çemê ferêt diqelibînin diherin wî alî, ku li gundê Bekiran dengê daholê dibihîzin îcar xwe li ferêt diqelibînin tên vî alî, zikê xwe bi xwarin û hestîyên dawetê têr dikin. Bekiran û Awikan dîtin ku rewş xerabe wê kûçîkê Bekiran xusetê kûçikên wan ê gurêx jî xerab bike, gotin em ê  kûçikê Bekiran bikujin da ku kûçikên me jî nebin tirşikçî.Jiber ku li cem Kurdan kuştina kûçikan bi tifingê fihête şerme, Bekiran û Awikan planê çêdikin û radibin Awikan deholê lêdixin dibe gurmegurma daholê. Kûçikê Bekiran çawa dengê daholê dibihîze didê pêş koma kûçikan xwe li ferêt diqelibînin. Dema nêzî kêleka ferêt ya gund dibin Awikan daholê disekînin îcar Bekiran li vî alî daholê lêdixin kûçik bi paş ve vedigerin. Ku nêzî kêleka ferêt ya gundê Bekiran dibin Bekiran daholê disekînin îcar gundê Awikan dest bi lexistinê  daholê dike... Kûçikê Bekiran û koma kûçikên tirşikhez li nava ferêt here were here were diweste digel kûçikên din ê tirşikçî di ferêt de difetise, Bekiran û Awikan ji kûçikê çilek ê tirşikçî xelas dibin...
*Hene celebek mirov, ji bo wan olek nîne
Ew rûmetê nizanin,zik têrin çavbirçî ne.
Wekî segê çixbelek pêde li ber deriyan
Ew bi xwe cankolê ne,lê di dûrve meriyan.
Dirêjiya umrên xwe her guhdarê defê ne
Jibo çêrandina zik pêkhatî çav li rê ne.
Dengê defê dinasin, rêya hestiyan zanin
Di warê keysbaziyê jêhatî pehlewanin.

Ji bo zêdetir: Dîwana Osman Sebrî - Kûçikê Bekiran (helbest)