Zilamek ji bajarê Qersê |
Ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter.
Tê gotin li gundekî bi navê Qenter zilamek hebû. Qenter bazirgan bû, debara xwe bi bazirganîyê dikir û mêrê 2 jina bû. Jinên xwe jî yek xerîb bû, ya din jî dotmama wî bû. Gava çilê zivistanê dest pê dike Qenter bi kera xwe derdikeve bazirganîyê, bi xwe re jî 40 heb mewij dibe ku her roja çilê zivistanê mewijekê bixwe,xwe pê ji rojên çilê zivistanê biparêze. Qenter her roj mewijek xwar lê roja 39an mewijên xwe xilas dibin. Qenter fehm dike ku 2 heb mewijê wî bi hev ve zeliqîne wî jî bêhay herdu bi hev re xwarine.
Qenter wê şevê li kera xwe siwar dibe ku xwe bigihîne mala xwe lê ba bahoz baran û berfê wî li rê nade, wî li rê digire. Qenter bi neçarî zikê kera xwe diqelêşe ûrê kerê vala dike xwe di zikê kerê de sitare dike. Wê şevê dunya 7 cara dibe berf pûk û ba bahoz û baran, 7 cara jî ezman dibe sayî.
Jina Qenter ya xerîb li mala xwe diçerpîne xewê. Ma xema xelkê ye ku Qenter mirîye?!
Lê jina xwe ya dotmam wê şevê xew nakeve çavan, her di qeyta mêrê xwe Qenter de ye.
Qenter roja din bi silametî tê mal, dixwaze ji jinên xwe bipirse ka şeva wan a dawî çawa bû?
Ewil ji jina xwe ya xerîb dipirse: keçê îşev şev çawa derbas bû?
Jina xerîb dibêje: wekî herşev derbas bû. Ez ji xew rabûm ku dunya şilî ye qey baran barîye...
Qenter îcar ji dotmama xwe dipirse: keçê ka tu bêje îşev şev çawa derbas bû?
Dotmama xwe dibêje: Îşev dunya 7 cara bû berf pûk ba û bahoz û baran, û 7 cara jî dunya bû sayî.
Qenter dibêje eferim dotmam eferim! eniya jina xwe ya dotmam radimûse û jina xerîb jî diqewtîne berdide(boşamiş dike😆).
Loma ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder