7 Kasım 2018 Çarşamba

Evîna Hezreta Meryem û Yûsivê Necar

Mesîh Îsa kurê hezretê Meryem bû. Hezretê Meryem jî keça Îmran bû. Dema hezretê Zekerîya ji Meryemê re mabedek lêkir Meryem derbasî mabedê bû. Di mabeda Meryemê de havînê fêkîyên zivistanî, zivistanê jî fêkîyên havînî hebûn. Di Qur'ana pîroz sûreya Alî Îmran (37)de dibêje: hezretê Zekerîya her ku dihat odeya Meryemê didît ku cefnîya Meryemê tijî xwarin e. Zekerîya dipirsî: Meryem te xwarin ji kuderê anîn?
Meryemê digot: Xwedê teala şand!
(bawerim ev nivîs dê pir dirêj bibe)
Heta niha bi 100an bi 1000an nivîskarî evîna Leyla û Mecnûn, Tahar û Zuhre, Yûsif û Zuleyxa, û evîna Sîyabend û Xecê nivîsandîye. Lê ti kesî behsa evîna ew rebenên hezretê Meryem û necar Yûsiv nekir.
Ezê îcar ji we re bi deng û tembûra xwe behsa evîna hezretê Meryem û necar Yûsif bikim...
Li dewleta Îsraîlê li bajarê Nasirayê (ku hêj jî dibêjin Bajarê Necar Yûsif) bi navê Yûsiv xortekî pak, por birû reş û simbêlbadayî hebû. Yûsiv ji xwe re dikanek vekiribû necarî dikir. Text û tîrê nan, bêşîg û mobîlye çêdikir pê debara xwe dikir. 
De îcar Meryem jî keçeke kezîzer karxezal bejnzirav bû . Eşqa Meryemê li serê Necar Yûsiv xistibû nizanibû çi bike. Yûsiv li tevşoyê xwe bêhtir Meryem difikirî. Her roj dema Meryemê satila bêriyê di dest de pêş dikana Yûsiv re diçû bêriyê, Yûsiv li bêjn û bala Meryemê mêzedikir heş aqil li serî diçû tevşo li pêçiya xwe dixist kumikê pêçiya xwe difirand, a xwînê digot a ji te re!!
Rojekê dîsa Meryemê satila bêriyê hildaye, berxên virnî daye pêş xwe diçe bêriyê. Dema digihê dikana necar Yûsiv, qedera Rebbil alemîn berxek dide lotikan û dikeve dikana necar Yûsiv. Meryem satila bêriyê di destan de tê dikanê ku berxê bibe. 
Yûsiv dîsa tevşo li pêçiya xwe dixe kumikê pêçiyê difirine, axir dibêje: lê lê Meryemê! Ellahwekîl dilê min liyane!
Meryem dibêje: xêre necar Yûsiv çi bi te hatiye?
Yûsiv dibêje: dilê min li te heye. Navnîşana mala bavê te çi ye?
Meryemê hîn dê bersiv bida lê mixabin berxên virnî direvin fêzê ku şîr bimijin.
Yûsiv û Meryem li ser feysbûkê dibin heval. Bi dilekî geş peyam li ser peyamê, axir Yûsiv hêjmara telefona Meryemê jî jê distîne û Yûsiv wêneya tevşoyê xwe ji Meryemê re dişîne. Meryem jî wêneya satila xwe ya bêriyê dişîne.
Di rojên bextewar de dîsa Meryem satila bêriyê di dest de diçe bêriyê, Yûsivê necar dîsa tevşo li pêçiya xwe dixe îcar kumikê pêçiya girikê difirine.  Meryem li pêş dukanê disekine dibêje: Yûsivê necar! Pismamê min min dixwaze bila te hay jê hebe!...  û Meryem diçe bêriyê.
Yûsiv difikire gelo Meryem? Pismam? Ev ne edeta me ye ku pismam dotmama xwe bixwaze. Gelo malbata Meryemê Kurd e?? 
Êvarê necar Yûsiv diçe mal li ser şîvê kevçiya xwe di orta gêrmiyê de diçikîne û dibêje bavooo min ji xwe re keçek dîtiye. Tu min nazewicînî?
Bav dibêje: îsal kîloyê fistiqan bi 16 paontî diçe. Ku em desteklemeya pembo jî bistînin belê belê, here ji dêya xwe re bêje bila hespê bixemilîne. Tu jî erebeyê bişo! Em îşev diçin xwazgîniyê!
Necar Yûsiv xwe dixemilîne simbêlên xwe mewij dike badide tevşoyê xwe jî di ber kemera xwe re dike û diçin xwazginiyê.
Meryem qehweyê tîne qehweya vedixwin dêya Meryemê ew devxwara ku dibê Hanna dibêje: pismamê Meryemê gotiye eger hûn dotmama min bidin kesekî din ezê xwe ji ser qatê 5an biavêjim xwarê...
Yûsiv nikare xwe bigire dibêje: meta Hanna ma hûn Kurdin? 
Dêya Meryemê Hanna dibêje: dêya pîrika min kurd bû.
Zekerîya tew deng nake qey tu dibê ka jinan  li ba şêx û meleyan nivîşt jê re nivîsandine!
Bavê Yûsiv dest pê kir got: bi emirê xwedê bi qewlê pêxember em Meryemê ji Yûsiv re dixwazin
Dêya Meryemê devê xwar dike û dibêje: em keça xwe nadin gund! Eger Yûsiv here bajêr em ê bidin.
Ji ber ku Yûsiv ji xwe necare bavê xwe bihêrs dibe û yek ji wî yek ji wê li hev sor dibin. Ewil bi destelepê piştre bi ço û keviran li hev dixin! Şer geş dibe û derdikevin kolanê kevirên kolanê li hev wer dikin! Eşîrên herdu malbatan dibihîzin û keleşan ji nava nivînan derdixin tên. Gum û pat! Gum û pat! Reqereq bi keleşan dikeve! Gule li ser bajarê Nasirayê diçûrisin, xwîn diherike! 
Qomunîstê taxê diçe qereqolê gilî dike heta qereqol tê navçê dike êdî herdu eşîr hal ji hevûdu xerab dikin...
Encam:
Ji eşîra bavê Meryemê 134 rehmetî, 24 birîndar
Ji eşîra bavê necar Yûsiv 144 rehmetê 32 birîndar
538 zarokên sêwî, 290 jinê jinebî
Tewşoyeke şikestî, satileke pelixî...

not: ez ewil xweş hatim lê bawerim min hebekî merseleya xwezgînîya xwe û êvîna hezretê Meryem û necar Yûsif  tevlîhev kir...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder