Şener Şen ji fîlma Eşkiya. (Riha gundê ŞêxBrîmê 1996) |
Biqasê 6 sal berî vê dema ez diketim feysbûkê min xwe bi xwe digot ez çi boş boş sekinî me? ez eşqekê çêbikim! Min hevaltî ji keçikan re dişand, belê profîl ya keçikan bû lê dibe ku xwedîyê hesabê lawik bû jî pir nizanim. Belê berê feysbûka min jî hebû. Lê ez jî têra xwe şeytanbûm, kîjanê hevaltî qebûl nedikir min dizanibû ku ew keçika rastîne û min ji wan re peyam dişand min digot: silam alêykim!
Wan jî hema rasterast asteng li binî guhê min dixist! Mirov hema dibêje alêykim silam piştre asteng dike! Misilmantî nemaye elawekîl! Rojekê dîsa ez li ser feysbûkê me ji xwe re keçekê digerime. Ewçax qapax fotoya min jî wêneya şener şen ya li jor bû. Min yeka Sêwazî sergirtî fûlmeqyaj dît min got aha ev dîlber tam li gorî min e! Min hema jê re hevaltî şand lê qebûl nekir. Min îcar negot silam alêkim û min dîsa hevaltî şand. Keçikê peyam şand got te xêre?
Min got wellehî ez dixwazim em bibin heval.
Qey keçikê qapax fotoya min dît fêm kir ku ez kurdim
Got ez û tu em nabin, mêzebike ez tirkim tu kurd î ez jî bi kurdekî re nazewicim û li gorî ola îslamê zewaca kesên ne ji hevmezhebê ne caîze!
Min got xûşka min ya baş tu astengê li binî guhê min bixe bila here!
Keçikê jî negot gunehe filan bêvan birastî asteng li binî guhê min xist.
Min jî jê re danexist ha! Ez jî birastî çûm!
Keçikê jî negot gunehe filan bêvan birastî asteng li binî guhê min xist.
Min jî jê re danexist ha! Ez jî birastî çûm!
...... Dîsa li ser feysbûkê me û min ji keçeke pp kûlîlk re hevaltî şand lê qebûl nekir. Min dîsa şand îcar qebûl kir. Ez ketim profîla wê xelkê Semsûnê bû û wêneya xwe filan jî tune bû. Min jê re negot silam elêykim jî, çimkî ku bibêjim silam alêykim îhtimaleke mezin wê min asteng bike. Berê pir kirin çimkî.
Çend rojên din bi şûnde peyam şand got silav çawa yî?
Min got başim tu çawa yî?
Got bersiv bide
Min got başim spas tu çawa yî
Got tu çima bersiv nadî?
Min dît keçik fêm nake min jê re hevdîtina kamerayê şand, qebûl kir ku bavooo! Keçik qirbûnekê qir e ku çavekî xwe li Mekke mukerremê, çavê din li Vatîkana papa mêzedike!
Min hema kapaxa leptopê girt fîş kaşkir û tê bîra min ez heta mizgefta gund jî revîyam!
...Ez ji qomaya tirsê derketim û dîsa ketim feysbûke ji xwe re li keçekê geriyam. Min îcar keçeka Mereş Avşînî dît jê re hevaltî şand axir qebûl kir. Hêdî hêdî hevaltîyeke me çêbû hevaltîya me di salekê de bû eşqeke biçûk.
Navê keçikê Eyşo bû keçik jî dîsa tirk bû.
Nimreya xwe nedida min bi nimreya veşartî li min digerîya. Dema têlefon lêdiket ku min 'nimreya taybet' didît min digot aha Eyşo li min digere!
Min li ser feysbûkê hêdî hêdî Eyşo asîmîle jî dikir fêrî kurdî dibû, nivîsên min meraq dikir min jê re werdigerand tirkî.
Hefteyekê deng jê derneket min got ez bikevim profîla vê ka çi dike?
Ha min dît ku ez ji hevaltîyê derxistime. Min peyam şand min got te xêre te ez ji hevaltîyê avêtime? Ma min çi kir??
Got xelas!
Min got çibû?
Got êdî xelllaaas!
Min got tuyê îlleh bibêjî
Got hûn kurd çawa miletin!
Min got êşte em jî qûlên xwedê ne
Got hûn ne însanin!!
Nabê ku birayê Eyşo astsibaye û pêşmergeyan birayê wê birîndar kirine, hefteyeke ku di nexweşxaneyê de ye û dê bimir.
Neyse.
Min go te xêre ley??!!
Min go te xêre ley??!!
Got we birayê min ê astsibay birîndar kir dê bimir!!
Min got ma sûcê min çiye?
Got te negot min reya xwe da HDPê?!!
Min got erê de çi eleqe yanê ma min birayê te qulik qulikî kir? Ez bextereşê xwedê li gund wekî hezretê adem bi tena serê xwe dijîm :(
Got xellaaaasss xellasss!!!!!
Min hêj dinivîsand 'şehîfler ülmez watan bülünmez' lê dîtina ku min dît astengek bêfren ber bi min ve têye! Eyşo jî asteng li binî guhê min xist û êdî min dev ji eşqên înternetê berda.
Ger armanceke we ya wiha heye dev jê berdin. Ku hûn dê bi şopa eşqên li ser înternetê bikevin, herin li Qerejdaxa Sêwregê kevirekî reş bînin ji kêvir hezbikin elawekîl ji eşqên li ser înternetê baştire.
Xelllaaaasss xelllaass!!!
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder