|
Apê Osman Sebrî 1905-1993 |
Rehma Xwedê lê be serok rêberê eşîra Mirdêsan û gelê Berferatiyan rehmetî Apê Osman Sebrî bi mînaka meseloka kûçikê Bekîran ji me re bi helbestî behsa kurdên tirşikhez nandoz û axayên xwefiroş (jiber hilbijartinê zahf tijî me) dike. Li her bajarê Kurdan wiha ye nizanim lê dema li Rihayê partiyek biserdikeve malbatên tirşikhez ê wekî kûçikê Bekiran gişkî tevlî wê partiyê dibin. Dema ew partî bibindikeve partiyeke din biserdikeve îcar jî ew malbat/eşîrên tirşikçî dev ji partiya bibinketî berdidin tevlî partiya biserketî dibin.Min heta niha nedît malbat axa an jî eşîrên tirçikhez tevlî partiyeke bibinketî mane. Ez ji we re meseloka tirşikçiyê Bekiran?? wîîîî min çi got? Meseloka "Kûçikê Bekiran" bibêjim... Semsûrê li navçeya Kolikê(Gexte) li ber ferêt çend gund hene.Li rojavayê ferêt gundên Bekiran e, li hemberî gundên Bekiran jî li rojhilatê ferêt gundên Awikan hene. Kûçikê Bekiran ê çixbelek elimîye xwarin û hestiyên dawetan bixwe, êdî ji hunera pozê xwe zêdetir, bi bihîstina guh pêş ketiye.Payîzê her roja dawetê ku dahol dengdide, kûçîkê Bekiran dibeze, ku ferat çiqas bipêl û dîn be jî xwe li ferêt diqelibîne tê dawetê zikê xwe bi hestî û xwarina dawetê têr dike.Zik têr çav birçî, kûçikê çixbelek eynî bûye tirşikçî. Îcar ev kûçikê bekiran çend kûçîkên din jî bi şopa xwe xistiye, ku ji gundê Awikan dengê daholê dibihîzin xwe li çemê ferêt diqelibînin diherin wî alî, ku li gundê Bekiran dengê daholê dibihîzin îcar xwe li ferêt diqelibînin tên vî alî, zikê xwe bi xwarin û hestîyên dawetê têr dikin. Bekiran û Awikan dîtin ku rewş xerabe wê kûçîkê Bekiran xusetê kûçikên wan ê gurêx jî xerab bike, gotin em ê kûçikê Bekiran bikujin da ku kûçikên me jî nebin tirşikçî.Jiber ku li cem Kurdan kuştina kûçikan bi tifingê fihête şerme, Bekiran û Awikan planê çêdikin û radibin Awikan deholê lêdixin dibe gurmegurma daholê. Kûçikê Bekiran çawa dengê daholê dibihîze didê pêş koma kûçikan xwe li ferêt diqelibînin. Dema nêzî kêleka ferêt ya gund dibin Awikan daholê disekînin îcar Bekiran li vî alî daholê lêdixin kûçik bi paş ve vedigerin. Ku nêzî kêleka ferêt ya gundê Bekiran dibin Bekiran daholê disekînin îcar gundê Awikan dest bi lexistinê daholê dike... Kûçikê Bekiran û koma kûçikên tirşikhez li nava ferêt here were here were diweste digel kûçikên din ê tirşikçî di ferêt de difetise, Bekiran û Awikan ji kûçikê çilek ê tirşikçî xelas dibin...
*Hene celebek mirov, ji bo wan olek nîne
Ew rûmetê nizanin,zik têrin çavbirçî ne.
Wekî segê çixbelek pêde li ber deriyan
Ew bi xwe cankolê ne,lê di dûrve meriyan.
Dirêjiya umrên xwe her guhdarê defê ne
Jibo çêrandina zik pêkhatî çav li rê ne.
Dengê defê dinasin, rêya hestiyan zanin
Di warê keysbaziyê jêhatî pehlewanin.
Ji bo zêdetir: Dîwana Osman Sebrî - Kûçikê Bekiran (helbest)
Divê em li kûçikên xwe xwedî derkevin, loma û gazind pere nakin
YanıtlaSilDema kûçikên me bi me girtin em çi bikin?
SilEm girê bidin.
YanıtlaSil