Rojhilat |
Berê bav û dêyan xwe bi pismamê keçikê sitare dikir, aniha jî keçik bi pismamê xwe xoşewistê xwe ditirsînin. Bila di bîra we de be dema xoşewista we got: mala apê min dê werin min bixwazin bila te hay jê hebe filan bêvan, bila haya we jê hebe ku keçik derewan dike. Êşte ji te re dibêje were êdî min bixwaze... Welhasil ew kevirlêketoyê pismamê keçikê bi her awayî dibe belaya serê xortên reben. Carina pismamê keçikê dibe keps û tê xewna xortên kurd û dikurixe ser wan. Kî bixwaze hawarê.
Riha |
De îcar rewşa keçikên di mal de mayî çawa dibe nizanim lê dema xortek hemsalên xwe gişkî dizewicin û bi ser ve biçûktirên xwe jî dizewicin û xort di mal de dimîne, qey tu dibê ka bi emrê xwedê; apên xwe, pismamên xwe, dotmam, xal, kurxal, keçxal,xaltî, bixaltî, yar, neyar û heta yên ku malbata xorto û malbata wî bavê hevûdu kuştine, heta û heta kesên ku eşîra xorto û eşîra wî ji bo perçeyek erd ji hevûdu 45 kuştî û 56 kes birîndar kirine jî devê xwe vedikin û destpê dikin:
Law min ji te re keçek dît, uffffffff!!!
Law min ji te re keçek dît, feee!!
Law min ji te re keçek dît, ebooww!!
Law min ji te re keçek dît, hahooww!
Law min ji te re keçek dît, eeoooww!
Law min ji te re, çi keçike çi keçik!
Law min ji te re keçek, tew tune tune!
Law min ji te re keçeke dît eyf eyf eyf!!
Law min ji te re keçeke dît eyf eyf eyf!!
Piştî gotinên wiha îcar van jinên teşqelehezê ku hema tilîlî pêdikevin! Xortên reben jî bi van tiştan dixape, dibêje qey dê herin bûkê li hespê siwa?? hespa çi? ma hesp man? (Ew keçên ku li hespê xemilî siwar dibûn û dibûn kevaniya malan gişkî li hespên xweşik siwar bûn û çûn. Em ji xwesiyên devxwar re man!) ...li mersedesa xemilî siwar bikin û bînin! Rehma Xwedê li bavê Nazê be, ku diqeherî digot ezê kirasê xwe biçirînim!
Gotineke pêşiyan heye dibêje: Ê ku here xwazgîniyê, divê an tûrek zêrê xwe hebe an jî tûrek derewê xwe.
Gotineke din ê pêşiyan heye dibêje: Erê, erê ye.Na jî na ye!
Gotineke pêşiyan heye dibêje: Ê ku here xwazgîniyê, divê an tûrek zêrê xwe hebe an jî tûrek derewê xwe.
Gotineke din ê pêşiyan heye dibêje: Erê, erê ye.Na jî na ye!
Gotineke bêjinan jî heye dibêje: Îşê me nebû!
Ferhenga Rihayê
Keps: karabasan
Kurixandin: ustune çullanmak
Ferhenga Rihayê
Keps: karabasan
Kurixandin: ustune çullanmak
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder