21 Temmuz 2018 Cumartesi

Hezretê Silêman û Qertel




Rebbê aleman got: Silêman tu bixwaze ez ê hukumdariya dunyayê bidim te!
Hezretê Silêman got: Rebbê min tu efûkarî, min bibexşîne. Tu ilmeke ku heta niha te nedayî ti qulê xwe bide min.
Û Rebb ilma dunyayê da hezretê Silêman.
Silêman bi vê ilmê hukima cinan kir, cinan ji binî behrê jê re xezîne derdixistin û mabeda Silêman lêkirin.
 Silêman hukima bayê badîn kir, badîn xwe li dijminan werda.
Silêman bi vê ilmê zimanê ajalan fêr bû û hukima ajalan jî kir ji ajalan artêş çêkir.
Heta ji artêşa hezretê Silêman leşkerek hebû ku em Kurd jê re dibêjin "Silêmanê Dunikil"
Hezretê Silêman pêxember bû, û bi ilma dunyayê ku Rebbê aleman bexşandê hukima cin û teyr û tilûriyan kir û heta bû mîrê dewleta Îsraîlê jî.  Rojêk ji rojan Silêman bang li teyr û tilûriyên dunyayê kir da ku fêmbike ka ehlaqê mirovan berê çawa bû, çawa dibe û wê çawa here. Teyr û tilûrî lê kom bûn Silêman temenê teyr û tilûriyan jê pirsî 50, 70, 80, 90,100...
Got: ji we extiyartir teyr heye?
Qertel got: li kelaya Heyberê qertelek heye ji me gişan extiyartir e.
Silêman got: here bêje bila were.
Qertel hat got: temenê min 400 sale.
Silêman pirsî: 400 sale tu dijî te ji gelê dunyayê çi fêmkir?
Qertel got: dema ez ciwan bûm ez bi firê ketim gelek bilind bûm, min li ser behrê li ezmên hêlan da dunya li ber çavê min bi qasê hêkekê bû. Li ser behra spî min dît tiştek diçirise, min xwe berda jêr. Ez hatim ku qesreke kevirek tev zêre ê din zîve. Ez li ser qesrê veniştim kalek derket çav li min kir hêştirek serjê kir da ber min, min ji xwe re xwar ez vegeriyam hatim. Piştî 200 salî ez dîsa çûm li ser qesrê veniştim. Kal çûbû rehmetê. Kure xwe derket çav li min kir kahrikek serjê kir da ber min. Min kahrik xwar ez vegeriyam hatim. Piştî 100 salî ez dîsa çûm wê qesrê lê kurê kalê jî miribû neviyê kalê derket çawa çavê nevî li min ket destê xwe avêt tîr û kevanê ku min bikuje ez ji wir firiyam min canê xwe xelas kir. Ya Silêman tiştê ku min ji gelê dunyayê fêmkir ev e...
Silêmanê Dunikil

Temam çîrok xelas! Îcar dora şîretan! Wekî we jî xwend; ewil li ber dilê mirovan hêştir bêqîmet bûye. Piştre hêştir biqîmet bûne lê kahrik bêqîmet bûye. Piştre kahrik jî biqîmet bûye.
Erê mijara me dîsa mal û milkê dunyayê ye!
Divê mirov tevgerên xwe li gorî xelkê eyar bike(kurdên ewropayê ne têde). Ku xelkê çi kir ew jî bike. 
"Çima? Gelo nabe ku xelk gişkî dîn be?"
Ew behsa ewropayê ye! Xelkê ewropayê 11 meh dixebite mehekê jî wî pereyî xwe li welatekî biyanî digere, dibîne,dixwe, tê mala xwe cîran jê re dibêjin eferim! Lê evder rojhilata navîne. Mirovên li vir ji bo ku dewlemend bibin heta mirinê dixebitin nagerin naxwin venaxwin mal û milk dikirin û heyalesseleh dimirin diçin rehmetê emr xelas. Ji dunyayê çi fêm kir? Qet!
 Û tew li gorî xelkê rojhilata navîn ger kesek 11 meh bixebite û mehekê jî li derve pereyê 11 mehan bixwe, ellahwekîl ji wî ehmeqtir hêj nehatine dunyayê.
Li rojhilata navîn pirraniya  gel ku çi bike her tim zana tê qebûl kirin û kêmaniya gel eger herin fezayê jî her tim bêheşin kerin korefehmin û totik tune kêf dikine!
Loma ku xelkê çi kir tu jî bike.
Li ber dilê xelkê ku hêştir  bêqîmete bila li ber dilê te jî bêqîmet be serjê bike bixwe belav bike.
Li ber dilê xelkê ku hêştir  biqîmet bû bila li ber dilê  te jî biqîmet bibe.
Li ber dilê xelkê ku kahrik bêqîmet bû bila li ber dilê  te jî bêqîmet be.
Lêbelê! Li ber dilê xelkê kahrik  biqîmet bû, te dît ji bo kahrikekê şer kirin, tu jî ji bo kahrika xwe 40 sal hepis razê!
We dît ku xelkê li qeracê kêvroşk û tirliyan tilmek erd kirî, tu jî bifîştiq bikire!
Xortno! eger cîranê we keçeke xweşik biaqil û zana xwest, hûn jî hema herin xuşka wê bixwazin.
Keçno! We dît cîranê we dane mêr, zava biaqil qeşeng û dewlemende; şeva hineyê  birayê zava ji xwe re eyar bikin! Wesselam slav û rêz.
Hezretê Silêman dema cinan mabed lêdikir li ser pêyan ruh jê derket çû rehmetê. Kesî hay jê tune bû ku miriye, heta kurm gopalê wî xwar gopal şikest, hezretê Silêman ket xwarê.

Bingeha çîrokê ji pirtûka Mîr Celadet Bedirxan - Şîretbêj;
Ji derheqa hezretê Silêman jî ji Qur'ana pîroz hate  girtin. 

25 Haziran 2018 Pazartesi

Merseleya Kûçikê Bekiran


Apê Osman Sebrî 1905-1993
Rehma Xwedê lê be serok rêberê eşîra Mirdêsan û gelê Berferatiyan rehmetî Apê Osman Sebrî bi mînaka meseloka kûçikê Bekîran ji me re bi helbestî behsa kurdên tirşikhez nandoz û axayên xwefiroş (jiber hilbijartinê zahf tijî me) dike. Li her bajarê Kurdan wiha ye nizanim lê dema li Rihayê partiyek biserdikeve malbatên tirşikhez ê wekî kûçikê Bekiran gişkî tevlî wê partiyê dibin. Dema ew partî bibindikeve partiyeke din biserdikeve îcar jî ew malbat/eşîrên tirşikçî dev ji partiya bibinketî berdidin tevlî partiya biserketî dibin.Min heta niha nedît malbat axa an jî eşîrên tirçikhez tevlî partiyeke bibinketî mane. Ez ji we re meseloka tirşikçiyê Bekiran?? wîîîî min çi got? Meseloka "Kûçikê Bekiran" bibêjim... Semsûrê li navçeya Kolikê(Gexte) li ber ferêt çend gund hene.Li rojavayê ferêt gundên Bekiran e, li hemberî gundên Bekiran jî li rojhilatê ferêt gundên Awikan hene. Kûçikê Bekiran ê çixbelek elimîye xwarin û hestiyên dawetan bixwe, êdî ji hunera pozê xwe zêdetir, bi bihîstina guh pêş ketiye.Payîzê her roja dawetê ku dahol dengdide, kûçîkê Bekiran dibeze, ku ferat çiqas bipêl û dîn be jî xwe li ferêt diqelibîne tê dawetê zikê xwe bi hestî û xwarina dawetê têr dike.Zik têr çav birçî, kûçikê çixbelek eynî bûye tirşikçî. Îcar ev kûçikê bekiran çend kûçîkên din jî bi şopa xwe xistiye, ku ji gundê Awikan dengê daholê dibihîzin xwe li çemê ferêt diqelibînin diherin wî alî, ku li gundê Bekiran dengê daholê dibihîzin îcar xwe li ferêt diqelibînin tên vî alî, zikê xwe bi xwarin û hestîyên dawetê têr dikin. Bekiran û Awikan dîtin ku rewş xerabe wê kûçîkê Bekiran xusetê kûçikên wan ê gurêx jî xerab bike, gotin em ê  kûçikê Bekiran bikujin da ku kûçikên me jî nebin tirşikçî.Jiber ku li cem Kurdan kuştina kûçikan bi tifingê fihête şerme, Bekiran û Awikan planê çêdikin û radibin Awikan deholê lêdixin dibe gurmegurma daholê. Kûçikê Bekiran çawa dengê daholê dibihîze didê pêş koma kûçikan xwe li ferêt diqelibînin. Dema nêzî kêleka ferêt ya gund dibin Awikan daholê disekînin îcar Bekiran li vî alî daholê lêdixin kûçik bi paş ve vedigerin. Ku nêzî kêleka ferêt ya gundê Bekiran dibin Bekiran daholê disekînin îcar gundê Awikan dest bi lexistinê  daholê dike... Kûçikê Bekiran û koma kûçikên tirşikhez li nava ferêt here were here were diweste digel kûçikên din ê tirşikçî di ferêt de difetise, Bekiran û Awikan ji kûçikê çilek ê tirşikçî xelas dibin...
*Hene celebek mirov, ji bo wan olek nîne
Ew rûmetê nizanin,zik têrin çavbirçî ne.
Wekî segê çixbelek pêde li ber deriyan
Ew bi xwe cankolê ne,lê di dûrve meriyan.
Dirêjiya umrên xwe her guhdarê defê ne
Jibo çêrandina zik pêkhatî çav li rê ne.
Dengê defê dinasin, rêya hestiyan zanin
Di warê keysbaziyê jêhatî pehlewanin.

Ji bo zêdetir: Dîwana Osman Sebrî - Kûçikê Bekiran (helbest)


10 Haziran 2018 Pazar

Dema Xortek Di Mal De Dimîne


Rojhilat
Berê edetên me yê xweş hebûn. Tê bîra min berê  diçûn xwazgîniyê, ku dilê bav û dêya keçikê tunebû keça xwe bide, digotin "Ellahwekîl me pir ji we hezkir lê pismamê keçika me xeber şandiye gotiye eger hûn dotmama min bidin kesekî din ezê xwe li ser qatê 3-5an biavêjim xwarê!" Xortê bextereş jî xwe bi xwe digot pergala te belav bibe pismamo tu ji ku re derketî pêş min  filan bêvan... Lê belê ya rastî %90 pismam behane ye. Yanê bi vî awayî keça xwe nedidan, mirov jî pê nediqeherî. Lê aniha? Bavên keçikan qey tu dibê ka jinê li cem şêx û meleyan nivîşt jê re çêkiriye pê devê wî mor kiriye, tew esas bav ne li ber tiştekî ye.Û xwesî devê xwe xwar dikin û rasterast dibêjin: Om koço xwo nodon gondon honohonohoo... (Em keça xwe nadin gundan) Tu bala xwe didî herdu seriyan ku herdu serî jî gundî ne lê qey tu dibê ka keça xwesiya devxwar li gund mezin nebûye, li Real Madrîdê mezin bûye,Manchester Unitedê xwendiye û li Borusia dortmundê jî geriye...
Berê bav û dêyan xwe bi pismamê keçikê sitare dikir, aniha jî keçik bi pismamê xwe xoşewistê xwe ditirsînin. Bila di bîra we de be dema xoşewista we got: mala apê min dê werin min bixwazin bila te hay jê hebe filan bêvan, bila haya we jê hebe ku keçik derewan dike. Êşte ji te re dibêje were êdî min bixwaze... Welhasil ew kevirlêketoyê pismamê keçikê bi her awayî dibe belaya serê xortên reben. Carina pismamê keçikê dibe keps û tê xewna xortên kurd û dikurixe ser wan. Kî bixwaze hawarê.

Riha 

De îcar rewşa keçikên di mal de mayî çawa dibe nizanim lê dema xortek hemsalên xwe gişkî dizewicin û bi ser ve biçûktirên xwe jî dizewicin û xort di mal de dimîne, qey tu dibê ka bi emrê xwedê; apên xwe,  pismamên xwe, dotmam, xal, kurxal, keçxal,xaltî, bixaltî, yar, neyar û heta yên ku malbata xorto û malbata wî bavê hevûdu kuştine, heta û heta kesên ku eşîra xorto û eşîra wî ji bo  perçeyek erd ji hevûdu 45 kuştî û 56 kes birîndar kirine  jî devê xwe vedikin û destpê dikin: 
Law min ji te re keçek dît, uffffffff!!!
Law min ji te re keçek dît, feee!!
Law min ji te re keçek dît, ebooww!!
Law min ji te re keçek dît, hahooww!
Law min ji te re keçek dît, eeoooww!
Law min ji te re, çi keçike çi keçik!
Law min ji te re keçek, tew tune tune!
Law min ji te re keçeke dît eyf eyf eyf!! 
Piştî gotinên wiha  îcar van jinên teşqelehezê ku hema tilîlî pêdikevin! Xortên reben jî bi van tiştan dixape, dibêje qey dê herin bûkê li hespê siwa?? hespa çi? ma hesp man? (Ew keçên ku li hespê xemilî siwar dibûn û dibûn kevaniya malan gişkî li hespên xweşik siwar bûn û çûn. Em ji xwesiyên devxwar re man!) ...li mersedesa xemilî siwar bikin û bînin! Rehma Xwedê li bavê Nazê be, ku diqeherî digot ezê kirasê xwe biçirînim! 
Gotineke pêşiyan heye dibêje: Ê ku here xwazgîniyê, divê an tûrek zêrê xwe hebe an jî tûrek derewê xwe.
Gotineke din ê pêşiyan heye dibêje: Erê, erê ye.Na jî na ye!
Gotineke bêjinan jî heye dibêje: Îşê me nebû!


Ferhenga Rihayê
Keps: karabasan
Kurixandin: ustune çullanmak

1 Mayıs 2018 Salı

1 Gulana Mala Encûr Perçe

Li gundê me yê bav û kalan malbatek heye ku 40 sale li gund ji wan re dibêjin Mala Encûr Perçe. Tê gotin ev malbat ji gundê Bîrikê ya navçeya Hewagê ji bo karkeriyê hatine gund. Êdî karkerên gund in. Sala ewil ji xwe re zeviyek îcare kirine encûr çandine. Dema havînê encûrên xwe kom dikin li erebeya bêhesp bar dikin û li nava gund bang dikin "werine encûran! werine encûran!" Gundî lê kom dibin gundiyek jî tê dibêje "ka 6 kîlo encûr bide min" encûran li mêzînê bar dike lê ji 6 kîloyan girantir tê. Encûrekê jê derdixe îcar jî sivik tê. Encûreke din diceribîne dîsa girantir tê. Wê encûrê perçe dike perçekê dixe mêzînê net 6 kîlo dertê. Encûran dide gundî û heqê 6 kîlo encûr jê distîne. Ji roja vê buyerê şûnde gundî navê van Mala Encûr Perçe lêdikin.40 sal zêdetire ku ev malbat jiber vê bûyerê Mala Encûr Perçe ye...
Wê fêm kir newilo? Mêrik negotiye "de em cîranên hev in bila qet nîv encûrek zêdetir be!" Mêrik encûr perçe kiriye! 
Tê gotin wê salê Mala Encûr Perçe bi encûran rezek kirîn. Sala din rez birîn pê pez kirîn. Sala din pez û berx firotin û gundiyan got "Mala Encûr Perçe traxtor kirîne!" 

...Heke hûn ji min bipirsin karkerî ne ti kare. Feqîrtî jî ne ti hal e. Dewlemend tevdigerin pesna karkerî û feqîrtiyê didin lê jibîr nekin bi xwe dewlemendin. Çimkî divê karker hebin da ku ewan dewlemendtir bibin. Gotineke dewlemendan heye dibê "bila feqîr bimirin" Gotineke tûj û raste Ellahwekîl. Ev çi halê me ye ji bo Xwedê? Ji bo çi dijîn feqîr? Mirin xweştire bi min. We pirtûka Hamal Kurd xwend? Jiber ku Hemalên Stenbolê gişkî Kurdbûn/Kurdin navê wê pirtûkê Hamal Kurd e. Hevalekî mîn ê feqîr serê vê biharê çû Tekirdaxê bişuxile. Li wir ji min re telefon kir got "kekê Receb li vir hevalên kurd pirin gişkî di înşaatan de dişuxilin..." Jixwe hevalê min jî çûbû ku di înşaatan de bişuxile...


 Mala Encûr Perçe bi traxtora xwe zeviyên gundiyan jê re ajotin çandin heqê xwe jê stendin pê pez kirîn. Sala din pez berx encûr û traxtor firotin û gundiyan got "Mala Encûr Perçe li gund 5 kêl/şimil (50donim) zevî kirine!" 

...Zahf kes hene ji we re dibêjin "Çavê te li malê dunyayê ye..." Heke hûn ji min bipirsin bi îmana min be ku min di jiyana xwe de ji mal û milkê dunyayê xweştir tiştek nedît! Herin dilê olperestan şîrethezan vekin lê mêzebikin, ku nîvê dilê wan êşqa îmanê ye nîvê din jî eşqa mal milkê dunyayê ye. Heke mal û milkê te tune tu li ber çavên xelkê 0î (bi nivîs sifir)

Mala Encûr Perçe karkerin, lê êdî karkerên xwe ne. Wê salê genim ceh encûr firotin rez birîn pê traxtorek û patozeke kayê kirîn. Sala din ceh kizin encûr şîre firotin naxir kirîn. Sala din jî ceh zebeş encûr şîre ka naxir firotin û gundiyan got "Mala Encûr Perçe bîçerek kirîne!"

...Ji bo pere qezençkirinê divê mirov bişuxile. Lê bi meaşan kes dewlemend nebûye nabe jî. Cihûyan gotiye "Ê pere qezenç dike mejî ye, ne gewde ye!" Kê got ku "pere ne tişteke" ew bûrjuva ye olpereste kapîtalîste û her cure tiştê xerabe. Li vê dunyayê ku pereyê te tune bila tu jî tune bî heyran. Berde fikirên beredayî...

Êdî Mala Encûr Perçe ço têve kirin av li ser xwe zelal kirin, çi kirîn çi firotin nizanim lê ya dizanim îcar gundiyan got "Mala Encûr Perçe top avêtine!"
 Tew fedî jî nekirin. Him gotin Mala Encûr Perçe him jî gotin top avêtine.
Ev bû 4 sal ku Mala Encûr Perçe li organîze senayiyê bi navê SafParq ê febrîqe vekirine. Dikevin Îhaleya parq bexçeya şaredariyên Riha Semsûr û Dîlok ê...
Ewil 1 Gulana Mala Encûr Perçe, piştre jî ya we pîroz dikim.
Mala Encûr Perçe hêj jî li gund encûran diçînin.

14 Nisan 2018 Cumartesi

Dîroka Misrê ya kevn

Li herêma Hewagê tê gotin ku mêrikê nû zewicî ji paleyê hatiye mal gotiye: xanim ez ji birçîna mirim te çi şîv çêkir? zû bîne!
Xanimê gotiye: welehî mêrik qey tu nizanî! ez salê carekê dibim Xatûn! Îroj roja min ê xatûniyê ye! Bes şîvekê çayekê qehweyekê jî çênakim! Paleya te rastî roja xatûniyê hat, ez îroj xatûnim xatûn!
Mêrik dibêje: haaaa??
Jinik dibêje: haaaa bavê te ye!
Mêrik derdikeve derve çoyekî qalind radike û tê hûndir. Jinik çawa çav li ço dike dipirse: Mêro ew çi ye? Tuyê çi bikî pê?
Mêrik dibêje: wellehî Xatûn qey tu nizanî! Ez jî salê carekê dîn dibim! Xatûniya te rastî dînbûna min hat!...
Ez jî salê carekê dibim dîroknas û îroj roja min ê dîroknasiyê ye. Xwedê bike îroj ne roja we ya cehaletê ye?
Ezê ji we re behsa dîroka Misrê (Egypt) ya kevn bikim...
Belê.Dema ez li dîroka Misrê ya kevn mêzedikim ez jehrê dibînim.Bêhenek, jehr! Çimkî her tim hevûdu jehrî kirine kuştine! Kê ji cîranê xwe rik girtiye gotiye "cîran ka îşev were mala me em şîvê bixwin.Xanim ji bo şîvê ûr û rovî, hewrîşk, danereş, hevîrbirk,gêrmiya goşt û dewê çortan çêdike!" Cîranê amûtam hatiye rûniştiye mazûban çûye mitbexê jehr tevlî danereşa cîrên kiriye aniye daye ber. Cîranê reben çawa danareş daqurtandiye çav lê beloq bûne, dêl hişk kiriye, nig/ling zît kirine çûye rehmetê.... 
Yeka din! Êvarê mêrik ji cot hatiye, jinikê jê re gotiye: mêro min bêriya mala dayika xwe kiriye ez dê herim mala dayîka xwe!
Mêrikê westî gotiye: canemergê hêj pêr êvarê tu çûyî! Dayîk mayîk tune rabe here qehweyekê çêbike ji min re!
Jinik çûye mitbexê qehwe çêkiriye jehr tevlî qehweyê kiriye aniye daye mêrê xwe. Mêrê reben qehwe daqurtandiye gotiye "oooxxxx Xwedê pêxember ji te r.." hêj gotina xwe xelas nekiriye çav lê beloq bûne, dêl hişk kiriye, nig zît kirine çûye rehmetê... 
(piştî mirina mêrikê reben, jinik çûye mala dayîka xwe) 
De îcar em werin Kleopatraya zalim!
Kleopatra keybanûyeke zahf jîr, xweşik û biagir bû. Lewma ji aliyê evînê ve nedihat girtin. Kleopatra dema ji mêrê xwe aciz dibû ji xortekî din hezdikir mêrê xwe yê reben jehrî dikir dikuşt bi wî xortî re dizewicî. Pir nediçû ji wî jî aciz dibû ji xortekî din hezdikir ew mêrê xwe jî dîsa jehrî dikir dikuşt.
Kleopatra îcar ji şahsiwar Antonyo (yê nizam çendemîn) hezdike, dîsa mêrê xwe jehrî dike bi Antonyo re dizewice. Pir naçe ji şahsiwarekê din hezdike  vê meseleyê ji cariyeya xwe re vedibêje "divê Antonyo here rehmetê" cariye jî dilketiyê Antonyo ye diçe jê re dibêje "Kleopatra ji xortekî din hezdike wê te  jehrî bike bikuje!" Û êdî Antonyo li qesrê heta ava mislixê jî venaxwe. Her roj ji cîranan nan û tirşê îsotan distîne diçe ber çem, nanê xwe tirş tê dide, çend mit tûzik û bendik dixe nava nanê xwe dike etor dixwe ava çêm vedixwe. Kleopatra fêm dike ku cariyê fêsadî kiriye. Divê ew jî bimire!
Kleopatra fondoten oje kil xwe dixemilîne, çend pelên beybûnê jî dixe nava porê xwe û bangî Antonyo dike:Antonyo dilê min liyane! xêre te evqas xwe ji min sêsirandiye ? Ka were odeya me min bêriya te kiriye!
Antonyo bi tirs tê odeyê rûdine. Kleopatra û cariyeya fêsad diçin mitbexê Kleopatra li ber çavên cariyeyê şerabê yek zer û yeka zelal dike 2du îskanan û jehrê tevlî ya îskana zer dike û dibêje "cariye ji me re bîne ku nigan ji wî jî zît bikim!" vedigerin odeyê, cariye li paşiyê ji Antonyo re îskana zer nîşan dike yanê vê venexwe jehr têde heye. Tew tew! Cariye sîniyê datîne Kleopatra îskana zer radike qurtekê vedixwe, hebekî porê xwe dihejîne peleke beybûnê dikeve şerabê û şerabê dide Antonyo dibê "vexwe!" Jiber ku bixwe vexwar Antonyo bêtirs dibe devê xwe ku vexwe Kleopatra diqîre dibê "Antonyo venexwe!" îskanê jê distîne dide cariyeya fesad dibê "Tu vexwe!" Cariye jî ji îskanê bawere bêtirs çawa şerabê dadiqurtîne çav lê beloq dibin, dêlê hişk dike, nigan zît dike diçe rehmetê. Kleopatra dibêje "Antonyo ji tirsa mirinê te ewqas xwe ji min sêsirand, mêzebike ku dilê min bixwaze dikarim te bi pela beybûnê jehrî bikim bikujim lê ji te hezdikim! Ka ji te re vê şerabê vexwe!" Û Kleopatra îskana zer dide Antonyoyê reben... Antonyo rebenko jiber bûyer û gotinên Kleopatra bêtirs îskana zer jê distîne çawa qurtekê jê vedixwe çav lê beloq dibin, dêlê hişk dike, nigan zît dike, ew jî diçe rehmetê! Kleopatra meytê wan li wir dihêle diçe ku bizewice...
Bêlome be Xwedêyo...
     
Ferhenga Rihayê
Amûtam: Rewşa mirov ya ji bûyerê bêhaydare lê zirar dîtiye
Mit: Ji bo gihayan her hebek
Etor: Balûle. Durum
Sêsirandin: Xerîbîkirin/yabancilaştirma
Meyt: Term cenaze

11 Nisan 2018 Çarşamba

Me got merheba?

Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan....
Merheba.
Evder çawa tê bikaranîn nizanim lê min got ka ji vê tarîqetê jî nemînim û tevlî tarîqeta we bibim biîznîllah!
 Ka em hevûdu nasbikin. Ez Receb. Xelkê Hewaga navçeya Rihayê me. Bi gotina dayîka min rojbûna min wexta bîçeran e. Ji kerema xwe ku bîçer hatin gundê we rojbûna min pîroz bikin.
Gundê me li ber ferête û em biîznîllah berferatî ne. Ji gelê li berferêt di gund/bajaran de dijîn re dibêjin Berferatî.
Jiber ku gewendeyên Hewagê navdarin îcab nake ku hûn bipirsin! Ez ne gewende me.
Gundê me zivistanî 8 mal bihar û havînî jî 12 malin çimkî avdankarên rojavayî tên gund em tev
dişuxilin.(rojavayî %40 navên xwe Hemûdî ne)
Şoreşgerî tê dîtin lê li gundê me îdeolojiya Axretîzmê zorê dide îdeolojiyên din. Hobiyên gundiyên me: rûniştin,xwarin,vexwarin,ger, çandiniya garis ceh û genim û top avêtina pembo çandinê ye. Haaa ev du salin em devê xwe qare vedikin dibêjin Xwedêyo  baran! Heke sala tê jî xela bibe ev tevgera me ya xelayê jî wê têkeve nava hobiyan biîznîllah!
 Ate sporiyên me ceyran qaçaxkirin û şivantî ye.
Şoreşa sanayiya gundê me di sala 1997an de bi destê bavê min destpê kir; bavê min wê salê ji gund re makineya qeynaxê kirîbû. jiber vê yekê li hinek deveran ji bavê min re dibêjin Çakûç Ehmed.
Ji Rihayiyan hezbikin!
Slav û rêz...