Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan....
Merheba.
Evder çawa tê bikaranîn nizanim lê min got ka ji vê tarîqetê jî nemînim û tevlî tarîqeta we bibim biîznîllah!
Ka em hevûdu nasbikin. Ez Receb. Xelkê Hewaga navçeya Rihayê me. Bi gotina dayîka min rojbûna min wexta bîçeran e. Ji kerema xwe ku bîçer hatin gundê we rojbûna min pîroz bikin.
Gundê me li ber ferête û em biîznîllah berferatî ne. Ji gelê li berferêt di gund/bajaran de dijîn re dibêjin Berferatî.
Jiber ku gewendeyên Hewagê navdarin îcab nake ku hûn bipirsin! Ez ne gewende me.
Gundê me zivistanî 8 mal bihar û havînî jî 12 malin çimkî avdankarên rojavayî tên gund em tev
dişuxilin.(rojavayî %40 navên xwe Hemûdî ne)
Şoreşgerî tê dîtin lê li gundê me îdeolojiya Axretîzmê zorê dide îdeolojiyên din. Hobiyên gundiyên me: rûniştin,xwarin,vexwarin,ger, çandiniya garis ceh û genim û top avêtina pembo çandinê ye. Haaa ev du salin em devê xwe qare vedikin dibêjin Xwedêyo baran! Heke sala tê jî xela bibe ev tevgera me ya xelayê jî wê têkeve nava hobiyan biîznîllah!
Ate sporiyên me ceyran qaçaxkirin û şivantî ye.
Şoreşa sanayiya gundê me di sala 1997an de bi destê bavê min destpê kir; bavê min wê salê ji gund re makineya qeynaxê kirîbû. jiber vê yekê li hinek deveran ji bavê min re dibêjin Çakûç Ehmed.
Ji Rihayiyan hezbikin!
Slav û rêz...
Ooooo, wele hatiye. Bi xêr hatî îsotçîyooooo.
YanıtlaSilXêra Xwedê teala li te be lê ezê li ser înstayê behsa îsotçiyan bikim ku tu fehm bikî îsotçî kîne :)
SilAhahaha de ka bike em nas bikin. :)
SilTu bi xêr hatî canim.
YanıtlaSilXêra Xwedê li te be her hebî
SilTi bi xêr hatiyî berferatiyo! :))
YanıtlaSilEhlen ehlen. Ka ezê çawa we li vir bişopînim? An jî li vir şopandin filan tiştekî wisa tune?
SilRoja ku bîçer bê gundê me ez ê torbeyek genim bikim diyarî bo te!
YanıtlaSil