![]() |
| Zilamek ji bajarê Qersê |
Ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Enter.
Tê gotin li gundekî bi navê Enter axa zilamek hebû. Enter bazirgan bû, debara xwe bi bazirganîyê dikir û mêrê 2 jina bû. Jinên xwe jî yek xerîb bû, ya din jî dotmama wî bû. Gava çilê zivistanê dest pê dike Enter bi deveyên xwe derdikeve bazirganîyê, bi xwe re jî 40 heb mewij dibe ku her roja çilê zivistanê mewijekê bixwe,xwe pê ji rojên çilê zivistanê biparêze. Enter her roj mewijek xwar lê roja 39an mewijên xwe xilas dibin. Enter fehm dike ku 2 heb mewijê wî bi hev ve zeliqîne wî jî bêhay herdu bi hev re xwarine.
Enter wê şevê li kera xwe siwar dibe ku xwe bigihîne mala xwe lê ba bahoz baran û berfê wî li rê nade, wî li rê digire. Enter bi neçarî zikê deveyek xwe diqelêşe ûrê wî vala dike xwe di zikê deve de sitare dike. Wê şevê dunya 7 cara dibe berf pûk û ba bahoz û baran, 7 cara jî ezman dibe sayî.
Jina Enter ya xerîb li mala xwe diçerpîne xewê. Ma xema xelkê ye ku Enter mirîye?!
Lê jina xwe ya dotmam wê şevê xew nakeve çavan, her di qeyta mêrê xwe Enter de ye.
Enter roja din bi silametî tê mal, dixwaze ji jinên xwe bipirse ka şeva wan a dawî çawa bû?
Ewil ji jina xwe ya xerîb dipirse: keçê îşev şev çawa derbas bû?
Jina xerîb dibêje: wekî herşev derbas bû. Ez ji xew rabûm ku dunya şilî ye qey baran barîye...
Enter îcar ji dotmama xwe dipirse: keçê ka tu bêje îşev şev çawa derbas bû?
Dotmama xwe dibêje: Îşev dunya 7 cara bû berf pûk ba û bahoz û baran, û 7 cara jî dunya bû sayî.
Enter dibêje bila şûrê mirov ji Şam be jina mirov dotmam be. û Enter axa jina xerîb berdide.
Loma ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Enter.
