8 Şubat 2019 Cuma

Çîroka Şeva Qenter

Zilamek ji bajarê Qersê 

Ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter.
Tê gotin li gundekî bi navê Qenter zilamek hebû. Qenter bazirgan bû, debara xwe bi bazirganîyê dikir û mêrê 2 jina bû. Jinên xwe jî yek xerîb bû, ya din jî dotmama wî bû. Gava çilê zivistanê dest pê dike Qenter bi kera xwe derdikeve bazirganîyê, bi xwe re jî 40 heb mewij dibe ku her roja çilê zivistanê mewijekê bixwe,xwe pê ji rojên çilê zivistanê  biparêze. Qenter her roj mewijek xwar lê roja 39an mewijên xwe xilas dibin. Qenter fehm dike ku 2 heb mewijê wî bi hev ve zeliqîne wî jî bêhay herdu bi hev re xwarine.
Qenter wê şevê li kera xwe siwar dibe ku xwe bigihîne mala xwe lê ba bahoz baran û berfê wî li rê nade, wî li rê digire. Qenter bi neçarî zikê kera xwe diqelêşe ûrê kerê vala dike xwe di zikê kerê de sitare dike. Wê şevê dunya 7 cara dibe berf pûk û ba bahoz û baran, 7 cara jî ezman dibe sayî.
Jina Qenter ya xerîb li mala xwe diçerpîne xewê. Ma xema xelkê ye ku Qenter mirîye?!
Lê jina xwe ya dotmam wê şevê xew nakeve çavan, her di qeyta mêrê xwe Qenter de ye. 
Qenter roja din bi silametî tê mal, dixwaze ji jinên xwe bipirse ka şeva wan a dawî çawa bû?
Ewil ji jina xwe ya xerîb dipirse: keçê îşev şev çawa derbas bû?
Jina xerîb dibêje: wekî herşev derbas bû. Ez ji xew rabûm ku dunya şilî ye qey baran barîye...
Qenter îcar ji dotmama xwe dipirse: keçê ka tu bêje îşev şev çawa derbas bû?
Dotmama xwe dibêje: Îşev dunya 7 cara bû berf pûk ba û bahoz û baran, û 7 cara jî dunya bû sayî. 
Qenter dibêje eferim dotmam eferim! eniya jina xwe ya dotmam radimûse û jina xerîb jî diqewtîne berdide(boşamiş dike😆).
 Loma ji şeva çilê zivistanê ya dawî re dibêjin Şeva Qenter...

11 Ocak 2019 Cuma

Hezretê Yeqûb (Îsraîl)



Terah bavê Hezretê Îbrahîm bû. Hezretê Îbrahîm bavê Îshaq bû. Îshaq jî bavê hezretê Yeqûb bû. Hezretê Îbrahîm (îbrahîm; bavê gelan) ji Riha Herranê barkir çû welatê Kenanê.
Jina Hezretê Îbrahîm Sarah korûcax bû zarokên xwe çênedibûn. Sarah Îbrahîm bi cariya xwe ya Hacer re zewicand ji Hacerê hezretê Îsmaîl çêbû. Elçîyên Xwedê bûn mêvanê hz îbrahîm gotin em ji  Sarah mizgînîya kurekî bi navê Îshaq didin te.
Hezretê Îbrahîm keniya got Sarah 90 sal dîtîye û korûcaxe. Sarah jî li paş kon kenîya got mêrê min extiyare ez jî pîrim, ma wê çawa çêbibe... 
Piştî salekê kurekî hz. Îbrahîm ji Sarah çêbû,
navê wî Îshaq (kenîn) lêkirin.Îshaq 40 salê xwe dît divê bizewicîya.Îbrahîm êdî extiyar bûbû, bang li xûlamê xwe kir got: Tuyê ji Îshaq re keçê Kenanîyan  nexwazî, here welatê min Herranê ji merivên min bûkekê bîne.
Xûlam hat Herranê, Rebeka keça lawê Nahor birayê hz. Îbrahîm xwest ji Îshaq re anî. 
Hz. Îbrahîm 175 sal jîya çû rehmetê.
Rebeka jî korûcax bû li ber Xwedê geriya. Piştre ducanî bû. Di zik de cêwî hebû lê hêj di zikê dê de gumeguma wan bû şer dikirin. Rebeka li ber Xwedê geriya got Rebbî ev ê di zikê min de çiye?
Mizgînî jê re hat  got: di zikê te de tu milet hene, yek ji yê din xurttire, yê mezin wê xizmeta yê biçûk bike.
2 lawê Îshaq û Rebeka çêdibin. Yê ewil hatî sor û bipirçe. Piştre yê biçûk tê ku bi gûska yê mezin girtîye. Navê yê ewil hatî Esav (bipirç) lêdikin. Navê yê dawî hatî jî Yeqûb (gûsk girtî/hîlekar) lêdikin.
Esav dibe seydvan, Yeqûb jî her di kon de rûdine. Îshaq pirtir ji Esav hezdike lê Rebeka pirtir ji Yeqûb hezdike.
Rojekê Esav destvala ji seyd tê, Yeqûb şorbe çêkiribû. Esav got: hinek şorbe bide min ez ji hal de ketim.
Yeqûb got: heqê nuxurîtîyê bide min ezê bidim
Esav got: tu dibînî ez şerpeze bûme ezê nuxurîtîyê çibikim? ha bila ya te be!
Yeqûb bi vî awayî heqê nuxurîtîyê ji Esav distîne.
Îshak êdî kor û extîyar bûbû. Got: Esav ez êdî extîyarim ne belî ye kengî bimirim. Tîr û kevana xwe hilde here seyd ji min re goşt bîne bike xwarin ez bixwim ku ez te pîroz bikim destê xwe bidim te/te bikim wekîlê xwe.
Esav ji kon derket Rebeka bang li Yeqûb kir got: here nava pêz kahrekê bîne serjê bike ku ez bikim xwarin tu bide bavê xwe bavê te jixwe kore bila te pîroz bike destê xwe bide te.
Yekûb got: lê ku bavê min destê xwe bi min bike wê fehm bike, Esav tev pirçe??
Rebeka got: ezê postê kahrê li te bipêçim, cilên Esav li te bikim tu rabe!
Yeqûb çû bi gotina diya xwe kir xwarin da bavê xwe, got: bavo ka min pîroz bike
Îshaq got: Esav tu çawa ewqas zû hatî?? Tu Yeqûbî ka were cem min. 
Îshaq bawer nekir lê gava Yeqûb bêhn kir destê Yeqûb jî girt ku tev pirçe got: deng dengê Yeqûb e lê dest bêhn ya Esav e.
Pîtoz kir got: Reb ji xusîya ezmên û ji erdê jî zevîyên bi bereket bide te. Têretêr genim û şerab bide te. Gel bila ji te re xûlamtîyê bikin. Tu serdestê birayên xwe bî...
Dû re Esav hat bi goştê seyd xwarin çêkir bir ji îshaq re, got: bavo ka bixwe ku tu min pîroz bikî.
Îshaq got: tu kî yî?
Got: ez Esav
Îshaq qeherî cirifî got: xuya ye  berî te Yeqûb hat ez xapandim min jî ew pîroz kir...
Esav girîya got: ma ne navê xwe Yeqûb(hîlekar)e...
Rebeka fehm kir ku piştî mirina Îshaq wê Esav Yeqûb bikuje, ji Îshaq re got: Yeqûb 40 sal dîtîye divê bizewice. Ez ji jinên Kenanîyan ecizim bila Yeqûb ji van nezewice.
Îshaq bang li Yaqûb kir got: tuyê bi keçên Kenanîyan re nezewicî! Here welatê bavê min Îbrahîm li Herranê mala kalikê xwe ji eslê me bizewice..
Yeqûb tê Herranê mala Xalê xwe,  şivantîyê ji xalê xwe re dike.
Xal dibêje: Yeqûb ma tuyê belaş ji min re şivantiyê bikî? Ka heqê xwe bixwaze.
2 keçê xalê hene Yeqûb ji ya biçûk hezdikir
Yeqûb dibêje: ezê 7 sala ji te re xulamtîyê bikim, piştî 7 sala tuyê keça xwe ya biçûk bidî min.
Xal qebûl dike, Yeqûb 7 sala xûlamtîyê dike xal ji Yeqûb re dawetê çêdike keça mezin dixemilîne dide Yeqûb. 
Yeqûb sibê şiyar dibe ku xalê dêvla keça biçûk ya mezin daye. 
Diçe dibêje: xalo min keça biçûk xwest te çima ez xapandim?!
Xal dibêje: e welleh li cem me edete, heya keça mezin hebe em ya biçûk nadin. Ezê ya biçûk jî bidim te lê tuyê 7 salê din ji min re xûlamtîyê bikî.
Xal keça biçûk jî dide, Yeqûb 7 salê din şivantîyê dike, piştî 7 salê din dixwaze ji xalê xwe veqete.
Ew û xalê xwe peymanê datînin heya salekê veqetin,Yeqûp dibêje: bila mîhên spî yê te bin mîhên reş belek jî yê min. Sala tê berx û mîhên spî gişkî yê te ne, berx û mîhên reş belek jî yê min. Bi vî awayî kîjan  heqê kêye belî jî dibe, tuyê bawer bikî ku min malê te nedizîye.
Xal qebûl dike. Yeqûb pezê reş belek veqetand da lawên xwe, bi xwe jî çû çû ber pezê spî yê xalê xwe. Lê wexta zo bûna pêz Yeqûp ji dara behîv çinar û asalbendê şax/til jêkir avêt nava delavê. Pezê spî ku li hember şaxan zo dibûn ji wan berxên reş belek çêdibûn û li gorî peymanê pezê reş belek heqê Yeqûb bû..
Lawên xalê bihêrs bûn ku Yeqûb çawa ewqas dewlemend bû? Yeqûb got: bavê we bi min kenîya lê Xwedê alî min kir. Ku bavê we got 'bila pezê reş belek yê te be' pêz hemî berxên reş belek anî. Xwedê pezê bavê we jê stand da min. Ezê heqê xwe pezê reş belek bigirim herim!
Bi vê los(hîle)ê kerîyê Yeqûb pir bû.
Yeqûb jin û zarokên xwe û pez deve û kerên xwe bar kir berê xwe da welatê Kenanê. 
Berêvarê zarok jin û pez û barê xwe ji çemê Yabbûkê derbas kir ew tenê ma. Mirovek  li Yeqûb xuya bû heta şeveqê gulaş girtin lê nikaribû Yeqûb biavêta erdê li hêta Yeqûb xist sêvik ji cih derxist.
Mirov got: min berde şeveqê lêxist
Yeqûb got: heta tu min pîroz nekî te bernadim.
Mirov got: navê te çi ye?
Yeqûb got: navê min Yeqûb e!
Mirov got: êdî navê te Îsraîl e (yê bi Xwedê re pêlewanî kir). Wê ji te re nebêjin Yeqûb, wê bibêjin Îsraîl...
Heta îro jî Îsraîlî betanê(sinir) li ser hêtê naxwin.

Ji Tewratê ji beşa Xuliqandinê hat girtin.